Awazekî kurdî yê 50 salan: Aram Dîkran
Beriya çend rojan li Wuppertal a bajarê Almanya, li studyoyên Televizyona Mezopotamya, þahiyeke bicoþ hate lidarxistin.
Þahî bi sedema hunermendiya Aram Dîkran a sala 50'emîn pêk hat. Di þahiyê de ji çar perçeyên Kurdistanê humermend, rewþenbîr û hunerhezên Kurd amade bûn. Hemû beþdarên þahiyê bi yek rengî û yek dengî, bi dilgeþiyeke bêhempa û bi coþeke mezin Aram Dîkran ê ku temenê xwe dayiye muzîka Kurdî rûmetdar kirin.
Dema ku em li rewþa salên 1950'an, ango dema Aram Dîkran dest bi muzîkê kirî binihêrin, dê were dîtin ku gelê Kurd di bin piþavtin û asîmîleyeke herî giran de ye. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, Kurd di bin kemneke reþ û tarî de ne. Ne muzîk tenê, li kesayetî û nasnameya xwe jî xwedî dernakeve. Mêjiyê wî hatiye dorpêçkirin û ji eslê wî hatiye valakirin. Bi dehan qaþo hunermendên ku bi eslê xwe Kurd, bi hezaran dîlok û stranên Kurdî ji Tirkî re dikirin mal. Van qaþo hunermendan ev mîsyon ji Celal Guzelsesê Amedî, ji Mûkîm Tahir û Hemza yê Keçel ê Ruhayî girtibûn. Hê di salên 1930'an de, Mistefa Kemal ev hersê kes bi xelatan teþvîk dikirin ku bi hev re pêþbaziyê bikin û hemû stranên Kurdî ji Tirkî re bikin mal.
Herwiha di bin atmosfereke bi vî rengî de, Aram Dîkran li Baþûrê Rojavayê Kurdistanê dest bi stran û dîlokên kurdî dikir. Di nava çend salan de, nav û dengê wî li çar perçeyên Kurdistanê belav bû. Bi taybetî piþtî ku ji Kurdistanê koçberî Yêrevanê bû û di radyoya Yêrevanê beþa Kurdî de dest bi stranê kir, êdî di dilê hûr û girên Kurd ên çar perçeyan de cîhê xwe çêkir. Zarokên Kurd ên ku nû digihîþtin, bi dengê Aram Dîkran mezin dibûn.
Di vê þahiyê de jî diyar bû ku bandora stran û dîlokên Kurdî yên Aram, li gelek hunermendan bûye. Ne hunermend tenê, ez bixwe jî bi dengê Aram û hunermendên Kurd ên din ku hevdemên wî, pijiyame. Di hestên welatparêziya min de, para stranên wan pir zêde ye.
Piþtî van nirxandinan, ez werim mijara xwe ya bingehîn. Rewþ û jiyana hunermendên Kurd ên ku kedeke mezin dabûn strana Kurdî, di nava xizanî, hejarî û tineyiyan de derbas bûye. Ev jî ji ber ku dewleteke Kurdan nebû. Kurd ne xwedî rêveberî û rêxistinan bûn. Herwiha Hesenê Cizîrî yê ku xwedî dengekî mîne zengil û repertuwareke dewlemend li pey xwe hiþtibû, di dawiya temenê xwe de li kolan û sikakên bexdayê destê xwe vegirtibû û mixabin pars kiribû. Mihemed Arifê Cizîrî ku mohra xwe li klasîkên Kurdî dayî jî, mîna Hesenê Cizîrî di nava xizaniyê de jiyana xwe domandibû. Meryem, Xan, Êlmas Xanim, Kawîs Axa, Seîd Axayê Cizîrî, Eyþe Þan, Garapêtê Xaço, Tahsîn Taha, Mihamad Þêxo û gelek stranbêjên bênav, bi heman rengî di nava hejariyê de çûne ser dilovaniya xwe. Eyþê Þan li mala xwe jiyana xwe ji dest dide û haya kesekî jê çênabe. Piþtî heft rojan nûka mirina wê tê bihîstin.
Piþtî salên 1980an ku li Bakurê Kurdistanê þerê çekdarî yê rizgariya neteweyî destpêkir, êdî hêdî hêdî sazî, dezgeh û rêxistinên Kurdî jî li çar aliyên cîhanê hatin damezrandin. Piþtî salên 1990an, li Bakurê Kurdistanê di warê çapemenî û saziyên çandê de pêngavên girîng hatin avêtin. NÇM rêxistinek a herî girîng e ku huner û çanda Kurd carekî din ji Kurdan re kire mal. Herwiha rê li ber hunermendên Kurd vekir. Bi vê ve girêdayî li derî welat, li Ewropa yekem televizyona sataleytî MED TV dest bi weþanê kir. Dûv re Medya, Roj û Televizyona Mezopotamya weþana xwe domandin û hê jî didomînin. Ev yek bû milada ziman, çand û hunera Kurdî. Êdî bi carekê ji çar perçeyan, hunermend û stranbêjên ku li qul û qewêran diheliyan, xwe nîþanî gelê xwe dan. Bi sedan stranbêj û dengbêjên Kurd li çar perçeyan hatin nasîn.
MED TV rê li ber televizyonên Kurdî vekir. Li Baþûrê Kurdistan jî, Kurdistan Tv û Kurd Sat dest bi weþana sataleytî kirin. Herwiha Kurd li ser axa xwe jî bûbûn xwedî sazî û dezgehên ragihandinê. Vê yekê di warê huner û çandê de pêþketineke mezin derêxist holê.
Aram Dîkran hunermendekî bi eslê xwe Ermeniye, lê kedkarekî strana Kurdiye. Gelê Kurd wî weke kesekî Kurd himbêz dike. Ew pireke delal a di navbera Kurd û Ermeniyan de ye.
Rûmetdayîna Aram, bi saya sazî û dezgehên Kurd ên ku bi xwîna þehîdan hatin avakirin pêkhat.. Heger ev sazî û rêxistin nebûna, qedera Aram jî dê mîna hemû hunermendên Kurd bûna.
Di þahiyê de, Mîr Muzîk, Kom Muzîk û KONGRA GEL plaket pêþkêþî Aram kirin. Di þahiyê de, arîkariya Roj Tv, Mezopotamya Tv û Navenda Çanda Baran jî çêbû.
Hêviya me ew e ku ev sazî, dezgeh û rêxistinên me, êdî bi vî rengî nêzîkî hemû hunermendên Kurd bibin û yên ku di ser bîst salan re ked dabin hunera Kurdî werin xelatkirin.
Dîsa hêvî dikim ku Aram bibe destpêka çalakiyên bi vî rengî
Jîr DILOVAN
http://www.azadiyawelat.com |